Qahîre – SANA
Balyozxaneya Komara Erebî ya Sûrîyê li Qahîreyê, zelal kir ku dirêjkirina dema pasaportê pêngaveke awarte ye û tenê ji bo xwendekaran e, û li gorî rêzikname û rênimayên pejirandî tenê ji bo heyama salekê tê dayîn.
Balyozxaneyê îro di daxuyanîyekê de got: Ne pêkan e ku pasaport zêdetirî carekê bê dirêjkirin, û piştî bidawîhatina heyama wê nayê nûkirin. Balyozxaneyê da zanîn ku ev heyama salekê ya tê dayîn derfetê dide welatî ku di wê maweyê de pasaporteke nû ji xwe re derxîne.
Balyozxaneyê tekez kir ku ev dirêjkirin ji ber tu sedem an behaneyeke din nayê dayîn, û bang li welatîyên ku sûde ji vê xizmetê werdigirin kir ku di maweya dirêjkirinê de ji bo wergirtina pasaporteke nû dest bi rêkaran bikin.
Balyozxaneyê xemxurîya xwe ya derbarê pêşkêşkirina xizmetên konsolgerî de li gorî rêzik û rênimayên pejirandî nû kir, û spasîya welatîyan kir li ser hevkarî û têgihîştina wan.