Cinêv-SANA
Serokê Yekîtîya Giştî ya Sendîkayên Karkeran Ebdul’elîm El-Bekûr tekez kir ku karkerên Sûrî di hewldanên başbûn û jinûveavakirinê de stûneke bingehîn pêk tînin.
Ev yek di çarçoveya beşdarbûna Sûrîyê de (bi nûnertîya Yekîtîya Giştî ya Sendîkayên Karkeran) hat, ligel nûnerên hikûmet, xwedîyên kar û karkeran ji 187 dewletên endamên Rêxistina Navneteweyî ya Kar, di Gera 114emîn a Konferansa Navneteweyî ya Kar de ku Duşema borî li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê dest pê kiribû û heta 12ê meha Hezîrana niha berdewam dike.
El-Bekûr di gotara xwe ya duh Duşemê de li pêşberî konferansê destnîşan kir ku Sûrîyê gavên girîng ji bo vegerandina karkerên ji kar hatine derxistin ser karên wan, bihêzkirina jina karker û pêşxistina qanûnên karkeran bi awayekî ku ligel pîvanên Rêxistina Navneteweyî ya Kar bigunce, pêk anîne. Navborî bang li xurtkirina hevkarîya teknîkî, rahênana pîşeyî û piştgirîya qonaxa başbûna aborî û civakî li Sûrîyê kir.
