Enqere-SANA
Serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ya Tirkîyê Dewlet Bahçelî tekez kir ku geşedanên niha li Sûrîyê ji bo ewlehî û aramîya hemû herêmê “werçerxaneke dîyarker” in. Her wiha bal kişand ser giringîya parastina yekîtî û yekparçeyîya dewleta Sûrîyê û paqijkirina wê ji terorê.
Bahçelî piştrast kir ku avakirina Sûrîyeke yekgirtî, giştgir û bê teror êdî wekî “pêdivîyeke stratejîk” e ku di xizmeta ewlehî û silametîya herêmê de ye. Navborî destnîşan kir ku pergala cîhanî di serdemeke nearam re derbas dibe ku bi qeyranên hemdem û piralî tê naskirin.
Serokê Partîya Tevgera Neteweperest hêvîya xwe anî ziman ku li herêmê û cîhanê mentiqê aqil, hikmet û aştîyê serdest bibe, da ku dawî li rewşa kaosê were û stûnên aramîyê bên çespandin.