Şam – SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê Umer El-Huserî, ligel Serokê Rêveber ê “Fly Nas” û Alîkarê Wezîrê Veberhênanê yê Siûdî, rêkarên cîbicîkar ên damezrandina kompanya “Fly Nas Sûrîye” gotûbêj kirin.
Her du alîyan li ser demên cîbicîkirinê û daxwazên yasayî yên ji bo destpêkirina kompanyê li hev kirin, ligel pesendkirina plana xebata navdewletî, û lihevkirina fermî ji bo destpêkirina geştên esmanî yên rasterast di navbera Şam û Rîyadê de, ku ji roja Yekşemê 19ê Nîsana îsal ve dest pê dikin.
Armanca vê projeyê nûjenkirina balafirvanîya Sûrîyê, berfirehkirina girêdana navdewletî û peydakirina derfetên kar e, ligel çalakkirina têkilîyên aborî û veberhênanê di navbera Sûrîyê û Siûdîyê de bi rêya hevparîyên stratejîk.