Munich-SANA
Şandeya Sûrîyê bi serokatîya Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, li kêleka çalakîyên Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê, bi hejmarek endamên Kongresa Amerîkayê bi serokatîya Senator Jeanne Shaheen re civîya.
Di civînê de geşedanên herî dawî yên rewşa Sûrîyê û herêmê hatin gotûbêjkirin. Her wiha tekezî li ser giringîya parastina yekîtî, serwerî û yekparçeyîya xaka Sûrîyê hat kirin, ligel piştgirîkirina proseya sîyasî bi awayekî ku ewlehî û aramîyê pêk bîne.

