Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab ligel şandeke dîplomatîk ji Balyozxaneya Komara Endonezyayê li Şamê, bi serokatîya Balyoz Luqman Hekîm Sîregar, rêyên bihêzkirina têkilîyên dualî yên navbera her du welatan gengeşe kirin.
Di hevdîtinê de, ku rêveberê Îdareya Hevkarîya Navneteweyî li Wezareta Navxwe Eqîd Ebdilrehîm Cebare û nûnerê Wezareta Derve û Koçberan amade bûn, aso û warên hevkarîyê û rêyên pêşxistina wê hatin nirxandin.
Ev civîn bi helkefta destbikarbûna Balyozê Endonezyayê li Şamê di karê xwe de pêk hat.





