Şam-SANA
Yekîtîya Nivîskarên Ereb, piştî lêkolînkirina 25 daxwazên endamtîyê yên nû digel berhemên wan ên wêjeyî û fikrî, 25 endamên nû qebûl kirin.
Li alîyê din jî, endametîya 99an bi awayekî demkî cemidand, heta ku lêpirsîn di dosyayên têkildarî binpêkirinên pîşeyî û kargerî û helwestên berê yên di serdema rejîma hilweşîyayî de bên temamkirin, ji ber ku ew helwest li dijî rêziknameya wê ya navxweyî, prensîbên mafên mirovan û dadwerîya veguhêz in.
Yekîtîyê di daxuyanîyekê de eşkere kir ku biryarên qebûlkirina 25 endaman zêdetirî şeş mehan, her wiha lêpirsînên têkildarî endametîyên cemidandî zêdetirî neh mehan ajotiye, û biryar e ku encamên wan ên dawî pêşkêşî kongreya giştî bên kirin, ligel egera şandina hin dosyayan bo dadgehê dema ku belgeyên pêwîst peyda bibin.
Pîvanên Qebûlkirin û Dadwerîyê
Yekîtîyê destnîşan kir ku pîvanên qebûlkirina endamên nû li gorî mercên nû yên ku di destpêka sala 2026an de hatine pejirandin hatine dîyarkirin, bi armanca bilindkirina asta berhemên wêjeyî û dayîna endametîyê bi hûrbînî, her wiha daxwaznameyên 12 kesên din jî hatin redkirin.
Yek ji pîvanan jî ku divê kesê serlêder herî kêm du pirtûkên wî yên çapkirî hebin ku her yek ne kêmî 100 rûpelî be. Wekî din jî, îmzekirina peymaneke qanûnî ku gotara nefretê red dike û piştgirîya binemayên mafên mirovan dike her wisa temamkirina belgeyên pêwîst di dosyaya tevlîbûnê de.
Serokê Yekîtîyê Dr. Ehmed Casim El-Huseyn di daxuyanîyekê de ji “SANAya Çandî” re got: Berhemên fikrî û afirînerî bingeha nirxandina serlêderan pêk tînin.”
Di berdewamîya axaftina xwe de eşkere kir ku: “Her pirtûkek li gorî formeke nirxandinê ya berfireh a ku ji çar rûpelan pêk tê, tê lêkolînkirin ku mijar, alîyên hunerî, rexneyî, fikrî û afirînerî, û rastbûna ziman û dîtina giştî ya berhemê li xwe digire.”
Her wisa lê zêde kir ku: Pirtûk ji bo dadwerên ku mamosteyên zanîngehan û lêkolînerên pispor in têne şandin, çi endamên yekîtîyê bin çi jî na. Wekî din jî, pîvana hilbijartina wan şîyan û şarezayî e; dadwerî bi dizî tê kirin, ji xwe heke cihêrengîyek di nêrîna du dadweran de derkeve, berhem ji bo dadwerekî sêyem ê biryardar tê şandin.
Sedemên Cemidandina Endametîyan
Derbarê biryara Yekîtîyê ya cemidandina endametîya 99 kesan bi awayekî demkî heta ku lêpirsîn di dosyayên wan de werin temamkirin, El-Huseyn got: Lêpirsînê rewşên ku yekîtîyê di nav deh beşên pîvanî de dabeş kirine li xwe girtin, di nav wan de: Tevlîbûna yekîtîyê bi rêyên neyasayî, yan qelsîya berhemên zanistî û wêjeyî, yan beşdarîya di gendelîya kargerî, darayî yan civakî/ exlaqî de, yan tevlîkirina kesên nejêhatî, yan weşandina berhemên ku kesayetên girêdayî rejîma hilweşîyayî yan alîyên bîyanî şikomend dikin, yan rewakirina kiryarên leşkerî ku zîyan gihandine Sûrîyan.