Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Dr. Hemze El-Mistefa, peywendîyeke telefonî ji Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomarîya Tirkîyeyê Burhanedîn Duran wergirt. Di peywendîyê de, Duran piştgirîya Tirkîyê ji yekparçeyîya xak û gelê Sûrîyê re tekez kir û bal kişand ser girîngîya xurtkirina hevkarîyê di warê ragihandinê de ji bo dijderketina li nûçeyên derew û agahîyên çewt.
Duran her wiha pesnê hewlên ragihandina Sûrîyê da ji ber gihandina wê ji wêneya rast re û hêsankirina wê ji karê sazîyên rojnamevanîyê re.
Ji alîyê xwe ve, El-Mistefa helwesta Tirkîyê ya piştgir ji gelê Sûrîyê re bilind nirxand û tekez kir ku siyaseta Sûrîyê li ser bingeha yekitîya welat, hikûmet û artêşê tê avakirin.
El-Mistefa amaje kir ku dewlet çareserîyên sîyasî ji bo birêvebirina krîzan dipejirîne, û pêşwazîyê li hevkarîya hevbeş dike ji bo rûbirûbûna sextekarîya ragihandinê. Her wiha tekez kir ku pêşkêşkirina hêsankarîyan ji rojnamevanan re berdewam e daku gihîştina agahîyan bi awayekî azad be û şopandina nûçeyan bi awayê meydanî were dabînkirin.