Beyrût-SANA
Serokatîya Encumena Wezîran a Libnanê ragihand ku Sûrîye û Libnan dê îro li Seraya Hikûmetê ya Beyrûtê, peymanekê derbarê veguhestina mehkûman ji welatê ku hukm lê derçûye bo welatê hemwelatîya mehkûm îmze bikin.
Serokatîya Encumenê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê duh Pêncşemê got: “Di merasîma îmzekirinê de Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam, Cîgirê Serokê Encumenê Tariq Mitrî û Wezîrê Dadê Adil Nesar, tevî şandeke fermî ya Sûrîyê bi serokatîya Wezîrê Dadê Mezher El-Weys amade bin.”
Ev îmzekirin wekî berhema ked û hewldanên hikûmeta Sûrîyê bi hevkarîya alîyên peywendîdar ên Libnanî tê, bi mebesta şopandina dosyaya girtîyên Sûrîyê da ku neheqî ji ser wan rabe û dadmendî bi awayekî ku rûmet û mafên wan biparêze pêk were.


