Dubay – SANA
Serok Ehmed El-Şeri` îro Sêşemê li Dubayê piştrast kir ku cîhanê Sûrîye wekî pirsgirêkeke mezin didît, lê îro veguherîye “derfeteke mezin a ku her kes mifayê jê werdigire” û “rola xwe ya herêmî û navneteweyî” ji nû ve bi dest xistiye.
Serok Ehmed El-Şeri` tekez kir ku “Îro li cem xelkê Sûrîyê hestekî gelekî xweş heye li hember kelecana birayên me yên Ereb û Misilman û kêfxweşîya wan a bi serkeftin û rizgarkirina Şamê. Yek ji wan hestên herî ji dil jî yê Şêx Mihemed bin Raşid bû ku çend rojan piştî rizgarkirina Şamê gotibû: “Ji bo gelê Sûrîyê di kûrahîya dil de cihekî mezin heye, hezkirina Şamê jî berê û paşê her mayînde ye”.
Serok El-Şeri` axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rizgarkirina Şamê bawerîya Sûrîyan bi dewletê nû kir û hêvî ne tenê ji bo gelê Sûrîyê, lê belê ji bo tevahîya herêmê zindî kir. Sûrîye di serdemeke 60 salî ya gendelîya îdarî û xirabplansazîyê re derbas bû; ew niha xwe û sazîyên xwe ji nû ve ava dike. Şert û mercên taybet ên vê qonaxê hene ku em tê de hewl didin tevî hemû astengî û zehmetîyan, ji hemû ezmûnan mifayê wergirin.”
El-Şeri` ragihand: “Piştî rizgarkirina Şamê, gefa dabeşbûna navxweyî, şerên mezhebî, astengîyên binesazîyê, enerjî û cezayên navdewletî hebû, lê me di demeke gelekî kurt de ev hemû li paş xwe hiştin. Sûrîya ku cîhan û medyayê ew wekî pirsgirêkeke mezin didît, bûye derfeteke gewre ku hemû alî jê sûdê werdigirin, û rola xwe ya herêmî û navneteweyî vegerandiye.”
Serok Ehmed El-Şeri` her wiha got: “Sûrîye ji welatekî hinardekarê keptagonê û herêmeke pevçûnan, veguherî herêmeke aramîyê, û cîhanê dest pê kir ku wekî korîdoreke bazirganî ya ewle ji bo zincîreyên dabînkirinê di navbera Rojhilat û Rojava de behsa wê bike. Îmarat ji nav welatan, ê yekem bû ku sûd ji derfeta veberhênana li Sûrîyê wergirt û Benderên Dubayê li bendera Tertûsê veberhênan kirin.”
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok got: “Cihê Sûrîyê xizmeta herêmê dike, û aramîya wê berjewendîyeke hevbeş e ji bo hemûyan. Cezayên ku li ser Sûrîyê hatibûn ferzkirin gelek bûn, hinek ji wan vedigerin sala 1979an; nifşên temam hene ku mekanîzmayên danûstandina darayî, garantîyên bankî û hwd. nas nekirine, û rakirina cezayan jidayikbûneke nû ye ji bo Sûrîyê. Sûrîye di qonaxeke veguherînê re derbas dibe; ji pergaleke mîna sosyalîst a tijî gendelî û bîrokrasî, ber bi pergaleke serbest ve ku tê de piştgirî ji bo sektora taybet û aborîya azad heye.”
Serok Ehmed El-Şeri` behsa rewşa niha ya Sûrîyê kir û got: “Em niha di qonaxeke veguhêz de ne, lewra dibe ku tê de tiştên şok rû bidin. Pêdivîya me jî bi biryarên girîng heye ku bandorên wan ên erênî dê bi demê re dîyar bibin. Di dema rizgarkirina Şamê di sala 2024an de, qebareya aborîyê 20 milyar dolar bû, ev jî reqemeke sade ye. Di sala 2025an de geş bû û gihîşt 32 milyar dolarî, pêşbînîyên me jî ew in ku di îsal de bigihîje 50 milyar dolarî.Niha li Sûrîyê ji bo welatên Kendavê, welatên herêmê û Ewropayê derfetên bêhempa hene, her wiha ji bo veberhênanên pir mezin proje li ber dest in.”
Di berdewamîya gotina xwe de jî wiha got: “Sektora çandinîyê li Sûrîyê gelekî girîng e; eger teknolojîyên nûjen lê peyda bibin, ew dikare di dabînkirina ewlehîya xwarinê ya herêmê de roleke mezin bilîze.
Pîvanên zelal û neguhêr ên Sûrîyê hene ku ya herî girîng ji wan pêbawerî û rastgoyî ye; ya ku dewletan han dide têkilîyan pê re ava bikin jî her ev e.
Derîyên Sûrîyê li ber her kesî vekirî ne; ew bi awayekî berbiçav xwe dispêre piştevanîya birayên Ereb û karîye ligel gelek alîyan pêwendîyên xurt saz bike.
Em ji bo pêkanîna aramîyê li herêmê kar dikin, fikara berfirehbûna zêdetir a şeran jî heye.
Em ligel birayên xwe yên Ereb kar dikin ji bo dîtina rêyên ku bandorên şer kêm dikin, her wiha rê didin me ku em xwe ji metirsîyên pêşbînîkirî yên di paşerojê de biparêzin.
Astengî gelek in, sîyaseta me jî karê berdewam û jidil e ji bo xizmetkirina gelê Sûrîyê.
Sûrîye dê bibe welatekî bihêz ku tê de di hemû warên jîyanê de geşepêdana aborî û zanistî hebe ku rûmet, serbixwetî û serbilindîya welatîyan biparêze.
Peyama ragihandinê emaneteke giran e, lewra girîng e ku rastî û pêbawerîya agahîyê were lêkolînkirin û ji sîyasîkirina wê were dûrketin, ji ber bandora wê ya mezin li ser civakê.”

