Şam-SANA
Cîgirê Wezîrê Hundirîn yê Sûrîyê Lîwa Ebdulqadir El-Tehan, ligel şandeke Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi serokatîya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Ewlehî û Selametîyê Gilles Michaud bû, rêyên xurtkirina hevrêzkarîya girêdayî karê rêxistina navdewletî li Sûrîyê nîqaş kirin.
Di danûstandinan de, tedbîrên ewlehî û selametîya karmendên Neteweyên Yekbûyî li deverên cuda yên Sûrîyê hatin nirxandin. Her wiha piştgirîkirina berdewamîya cîbicîkirina bernamîyên mirovî û geşepêdanê bi awayekî şarezane hat gotûbêjkirin, daku parastina xebatkar û sazîyan, û xurtkirina berdewamîya hewildanên hawarçûnê li gorî pîvanên navdewletî bên mîsogerkirin.
Di çarçoveya xurtkirina hevkarîyê ligel alîyên navdewletî yên ku di warê mirovî de li Sûrîyê dixebitin, hejmarek ji berpirsên Wezareta Navxweyî û Wezareta Karûbarê Derve beşdarî di vê rûniştinê kirin.

