Ebû Zebî-SANA
Serok Ehmed El-Şeri` û şandeya pê re, îro Çarşemê gihîştin bajarê Ebû Zebî li Dewleta Îmaratên Erebî yên Yekbûyî. Ev serdaneke fermî ye ku tê de dê ligel Serokê Îmaratê Mihemed bin Zayid Al Nehyan bicive, da ku geşedanên li herêmê û rêyên xurtkirina hevkarîya dualî gotûbêj bikin. Serok El-Şeri` ji alîyê Wezîrê Derve Ebdulah bin Zayid Al Nehyan ve hat pêşwazîkirin.
Serok El-Şer’ duh gera xwe ya Kendavê bi serdana Erebistana Siûdî dest pê kiribû û ligel Şahzadeyê Cînişîn Mihemed bin Selman Al Siûd civîyabû. Di wê civînê de behsa berfirehkirina hevbeşîyên aborî û veberhênanê hatibû kirin, her wiha rewşa dawî ya herêmî û navneteweyî û bandora wê li ser ewlehîya deverê hatibûn gengeşekirin.
Berîya nîvroya îro jî, Serok El-Şeri` li Dohayê ligel Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî civîya û her du alîyan tekezî li ser girîngîya têkilîyên dualî û pêşxistina wan di warên cihêreng de kirin.