Rîyad-SANA
Erebistana Siûdî, îro Çarşemê, pêşwazî li tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk bo nav sazîyên dewleta Sûrîyê kir, û da zanîn ku ev yek ewlehî û aramîyê ji bo Sûrîye û gelê wê pêk tîne.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî, di daxuyanîyekê de li ser platforma Xê, tekezkirina li ser piştgirîya Keyatîyê ji bo gavên ku hikûmeta Sûrîyê diavêje nû kir, da ku daxwazên gelê Sûrîyê yên berdewamkirina pêvajoya yekîtî û geşepêdanê bi cih bîne, her wiha hêvîya ewlehî, aştî û pêşveçûnê ji bo Sûrîye û gelê wê xwest.