Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri` îro Sêşemê li Koşka Gel a Şamê, pêşwazî li Wezîrê Hundir ê Şaneşîna Behreynê Ferîqê Yekem Raşid bin Ebdillah Al Xelîfe û şandeya pê re kir.
Di hevdîtinê de peywendîyên dualî û rêyên xurtkirina wan, pêşxistina hevkarî û hevahengîya ewlehîyê hatin gotûbêjkirin, da ku ji bo piştgirîya aramî û ewlehîyê bibe alîkar. Her wiha piştgirîya pêvajoya vebûn û hevkarîya Erebî hat nirxandin.
Wezîrê Hundir Enes Xetab, Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih û hejmarek berpirs di civînê de amade bûn.



