Hewlêr-SANA
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, îro Şemîyê, sersaxîyên xwe ji bo Sûrîyê ji ber qurbanîyên bûyera trafîkê ya ku li ser rêya Dêrezor – Şamê rû da û bû sedema mirina hejmarek welatîyan, anî ziman.
Barzanî di parvekirinekê de ku li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma “X”ê weşandiye, got: “Bi xem û kesereke mezin, me nûçeya bûyera trafîkê ya diltezîn ku li Komara Erebî ya Sûrîyê rû da û bû sedema mirina hejmarek welatîyan ku piranîya wan endamên Wezareta Navxwe ne, wergirt.”
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di berdewamîya axaftina xwe de her wiha got: “Em sersaxîyên xwe yên jidil û hevxemîya xwe dilsozane ji bo malbat û kesûkarên qurbanîyan û ji bo hikûmeta Sûrîyê tînin ziman. Her wisa ji Xwedayê Mezin lava dikin ku li wan were rehmê û bi bihișta xwe şa bike û şîfayeke lezgîn bide birîndaran.
Her wekî tê zanîn jî, îro Şemîyê, di encama bûyereke trafîkê de, ku ji ber lihevketina du otobusên rêwîyan li ser rêya Dêrezor – Şamê rû da, li gorî amarên seretayî, 35 kesan jîyana xwe ji dest daye û 30 kesên din birîndar bûne.