Berlîn-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li baregeha Şêwirmendîya Federal a Almanyayê bi Şêwirmendê Federal ê Almanyayê Friedrich Merz re civîya. Di hevdîtinê de peywendîyên dualî, qadên hevkarîyê û rêyên pêşxistina wan di sektorên cuda de, tevî geşedanên herî dawî yên navçeyî û navdewletî hatin gotubêjkirin.
Her wiha di civînê de mijarên wekî xurtkirina peywendîyên aborî, piştgirîya aramîya aborî li Sûrîyê, avakirina welat û sektora enerjîyê hatin gotûbêjkirin. Ligel van mijaran, dosya mirovî ya girêdayî penaberên Sûrî yên li Almanyayê jî beşek ji gotubêjan bû.



