Şam-SANA
Serok El-Şeri` di peyamekê de li ser platforma “X”ê got: “Rehma Xwedê li qurbanîyên qezaya trafîkê ya li ser rêya Dêrezor-Şamê be; ew welatîyên Sûrîyê ne, di nav wan de endamên Hêzên Ewlekarîya Hundirîn û kesên sivîl hene.”
Serok El-Şeri` gotin xwe wiha kuta kir: “Me rênimayî daye ku ji bo serederîya ligel encamên vê qezayê, xwedîderketina li birîndaran û piştgirîkirina malbatên qurbanîyan hemû derfet werin seferberkirin. Em ji bo malbatên qurbanîyan ji Xwedê daxwaza sebir û aramîyê dikin û ji bo birîndaran jî şîfayeke zû dixwazin.”