Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ bi rêya platforma “X”ê: Di pazdehsalîya destpêkirina Şoreşa Sûrîyê ya pîroz de, em qurbanîyên gelê Sûrîyê bi bîr tînin, yê ku li hember zilm û sitemkarîyê dengê heqîyê bilind kir, û rêya serkeftinê bi xwîna şehîdan, rondikên dayîkên dilşewat, azarên koçberan û sebra girtîyan, qurbanîyên windayan û vîna şervanan xêz kir, heta ku Xwedê serkeftineke dîrokî para wî kir ya ku pêgeha Sûrîyê di nav neteweyan de ji nû ve vegerand.