Qahîre-SANA
Wezareta Derve ya Misrê sersaxî û hevxemîya xwe ji bo hikûmet û gelê Sûrîyê ji ber qurbanîyên bûyera trafîkê ya ku li ser rêya Dêrezor – Şamê rû da û bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan kesan, anî ziman.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê îro Şemîyê, piştevanîya tam a Misrê ligel Sûrîyê di vê bûyera xemgîn de dupat kir. Her wisa sersaxîyên xwe yên jidil û hevxemîya xwe ji bo malbatên qurbanîyan anî ziman û ji Xwedayê Mezin hêvî kir ku li qurbanîyan were rehmê û şîfaya lezgîn ji bo birîndaran xwest.