Şam-SANA
Birêz Serok Ehmed El-Şeri` peywendîyeke telefonî bi Şahzade Mihemed bin Selman Al Siûd, Şahzadeyê Cînişîn û Serokwezîrê Erebistana Siûdî re pêk anî. Di peywendîyê de geşedanên dawî yên herêmê, di nav de bombebarana Îranî û bandorên wê li ser ewlehî û aramîya herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serok El-Şeri` di peywendîyê de, duh Şemîyê, tekezî li ser daxwaza Sûrîyê ya ji bo hevgirtina Erebî û xurtkirina hevahengîya hevbeş ji bo rûbirûbûna arîşeyên heyî kir. Serok El-Şeri` ragihand ku Komara Sûrîyê li kêleka serokatî û gelê Erebistana Siûdî ye, tekez jî kir ku Sûrîye her binpêkirineke serwerîya welatên Ereb an jî destdirêjîya li ser ewlehî û aramîya wan bi tundî red dike.
Ji alîyê xwe ve, Şahzade Mihemed bin Selman pêzanîna xwe ji bo helwesta Sûrîyê dîyar kir û nirx da kûrahîya peywendîyên biratîyê yên di navbera her du welatan de.
Sûrîyê berê jî êrîşên Îranê yên ku serwerî û ewlehîya çend welatên Ereb ên bira kiribûn armanc bi tundî şermezar kiribû, û hevgirtina xwe ya temam ligel wan û redkirina her gefeke li ser ewlehî û aramîya van welatan ragihandibû.