Berlîn-SANA
Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ û Şêwirmendê Almanî Friedrich Merz li Berlîna paytexta Almanyayê konferanseke rojnamevanî saz kirin.
Serok El-Şeri’ di dema konferansa rojnamevanî de got:
Li ser navê xwe û li ser navê gelê Sûrîyê, ez spasîyeke kûr pêşkêşî serokatî û gelê Almanyayê dikim. Em ji bîr nakin we çawa derîyên xwe ji bo mîlyonek Sûrî vekir, dema ku hemû rê li ber wan hatibûn girtin û derî li ber wan hatibûn girtin; we derfeteke mezin da zarokên me ku bixwînin, bixebitin û jîyana xwe ji nû ve ava bikin.
Sûrîye bi raborîya xwe ya şaristanî û cihê xwe yê girîng, derfeteke nimûneyî ye ji bo şirîkatîyeke Sûrî-Ewropî ku Almanya pêşengîya wê bike. Îro Sûrîye bi hêzeke mezintir û îradeyeke xurt vedigere nava cîhan û Ewropayê.
Mirov nikare qala başbûn û avakirina welat bike bêyî ku qala Sûrîyên li Almanyayê bike. 1.3 mîlyon Sûrî li vir in, di nav wan de 6 hezar bijîşk di nexweşxaneyên Almanyayê de dixebitin û zêdetirî çarêka mîlyonek kesî bi awayekî çalak beşdarî aborîya Almanyayê dibin.
Em ligel şirîkên xwe di hikûmeta Almanyayê de li ser damezirandina “bernameya koçberîya dorveger” dixebitin. Ev bername rê dide pisporên Sûrî ku beşdarî avakirina welatê xwe bibin, bêyî ku ew kesên ku dixwazin li Almanyayê bimînin, dev ji jîyana xwe ya ku li vir ava kirine berdin.
Nêrîna me ya ji bo Sûrîya nû li ser bingehekî wisa ye ku em qet tawîzan jê nadin, ew jî: yekparçeyîya axa Sûrîyê û serwerîya dewletê li seranserê axa wê ye. Em “dewletokên” di nava dewletê de qebûl nakin û em nahêlin tu çek li derveyî sazîyên leşkerî û ewlehîyê yên niştimanî hebin.
Avakirina Sûrîyeke bi hêz û aram, pêwistî bi wê yekê heye ku hêz û biryar tenê di destê sazîyên dewletê yên rewa de bin, da ku ewlehîya hemû Sûrîyan bêyî tu cudahî were parastin.
Di warê ewlehîyê de, ez tekez dikim ku aramîya Sûrîyê û silametîya welatîyên wê berjewendîyeke ewlehîyê ya bilind e. Her wiha têkoşîna li dijî terorê û jinavbirina torên qaçaxçîtîya Keptagonê ku sînoran derbas dikin, ji bo me pêşengîyeke sereke ye ku em bi şirîkatîyeke cidî ligel civaka navdewletî li ser dixebitin.
Em bi fikarên mezin li rageşîya leşkerî li herêma xwe dinêrin. Em bi tundî her cûre destdirêjîya li ser ewlehî û serwerîya dewletên Ereb ên bira şermezar dikin, û em bi her awayî red dikin ku herêma me bibe qada tolhildan û hesabpirsînên welatên din.
Em êrişên Îsraîlê yên li ser axa Sûrîyê, binpêkirina peymana veqetandina hêzan a sala 1974an û dagirkirina axên nû şermezar dikin; em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku berpirsîyarîyên xwe yên exlaqî û yasayî bi cih bîne.
Em îro li Sûrîyê bingehên dewleteke nû, dewleta yasa û sazîyan datînin; piştî bi dehsalan ji stemkarîya ku tayifgerî û tirs wekî amûrên desthilatdarîyê bi kar dianîn.
Sûrîye îro hewceyî destûreke nûjen e ku welatîyan biparêze û rûmeta wan biparêze. Em bi hişmendîya dewleteke ku xwedî hemû mercên pêşketin û rabûnê ye, li paşerojê dinêrin.
Tiştê ku em îro pêşkêş dikin, modelek ji bo veberhênana stratejîk a demdirêj e, ku derî li ber bazara Almanyayê û aborîya Ewropayê vedike da ku beşdarî avakirina Sûrîyê bibin.
Sûrîye welatekî xwedî çand û kevneşopîyên cûrbicûr e. Em prensîba serwerîya yasayê li ser hesabê berjewendîyên kesane yên teng bingeh digirin. Bi rêya yasa û destûrê, her kes di nava dewleta Sûrîyê de mafên xwe bi dest dixe.
Rageşîya leşkerî li herêmê metirsîyên mezin li ser dabînkirina enerjîyê û bihayên wê li cîhanê diafirîne, her wiha metirsîya berfirehbûna şer jî heye. Em careke din êrişên Îranê yên li ser dewletên Kendava Erebî şermezar dikin.
Em ne hewceyî şerekî ne da ku em fêm bikin ku Sûrîye korîdoreke bejayî ya ewle ye ji bo zincîreyên dabînkirinê û dabînkirina enerjîyê. Divê rê her tim curbecur bin û ji bo cîhanê ji vebijarkekê zêdetir hebe. Sûrîye bi cihê xwe yê erdnîgarî, di dîrokê de her tim xala gihandin û pira pêwendîyê bûye di navbera Rojhilat û Rojava de.
Em niha di nava gelek nîqaşan de ne ligel dewletên herêmê da ku em li rê û cihên ewle bigerin ji bo parastina zincîreyên dabînkirinê û veguhastina enerjîyê.
Ji hêla xwe ve, Şêwirmendê Almanî di dema konferansa rojnamevanî de got:
Berî salekê gelê Sûrîyê ji rejîmeke dîktator rizgar bû; dîmenên rizgarkirina girtîyan ji jêrzemînên îşkenceyê û qîrînên şahîyê li kolanan bandoreke kûr li me kir û dengvedana wan heta îro roj jî berdewam dike.
Almanya li kêleka gelê Sûrîyê li dijî dîktatorîya Esed rawestîya û milyonek Sûrî penaberî Almanyayê bûn. Niha qonaxa avakirina Sûrîya nû dest pê kiriye. Ez piştrast im ku ew Sûrîyên ku hatine Almanyayê dixwazin welatê xwe ava bikin.
Geşepêdana aborî û aramî li Sûrîyê du stûnên sereke ne ji bo serkeftina avakirina welat; Sûrîyên ku ji Almanyayê vedigerin, dê bi wan ezmûnên ku li vir bi dest xistine roleke girîng di vê yekê de bilîzin.
Me biryar da komîteyeke xebatê ya hevbeş ligel Sûrîyê ava bikin û dê di rojên bê de dest bi karê xwe bike, her wiha dê şandeyên Almanî serdana Şamê bikin.
Piştî salên dirêj ên şer û wêranîyê, em hêvîya geşepêdana aborî û aramîyê ji bo Sûrîyê dikin. Ji ber vê yekê, em ê her alîkarîya ku ji destê me tê di warê avakirina Sûrîyê de pêşkêş bikin.
Min spasîya Serok El-Şeri` kir ku wî karîbû bi Kurdên Sûrîyê re bigihîje lihevkirinê. Ev pêvajo niha bi xurtî berdewam dike û hêzên Kurdî di nava hêzên Sûrîyê de têne yekkirin. Ewlehî nabe ku parçe parçe be, û divê çek tenê di destê dewletê de bin; ev yek pênaseya me ya ji bo dewleta yasayê ye.