Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma jimare /45/ a sala 2026an derxist, ku tê de biryara avakirina Kompanya Sûrîyê ya Elektrîkê (SEC) hatiye dayîn. Ev kompanya dê wekî kompanyeke giştî ya wergir (holding) a xwedî taybetmendîyeke aborî û bi temamî milkê dewletê be. Her wiha kompanya xwedî kesayetîya hiqûqî û serxwebûna darayî û îdarî ye, bi wezîrê enerjîyê ve girêdayî ye û navenda wê li bajarê Şamê ye.