Heleb – SANA
Serok Ehmed El-Şeri` îro Înê, ligel Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb gereke meydanî li bajarê Helebê pêk anî ku hejmarek tax, navendên girîng ên jîyanî û navçeyên pîşesazî li xwe girtin.
Serok El-Şeri` ji nêz ve li rewşa çend rêyên sereke, sazgehên xizmetguzarîyê û binesazîya bajêr nêrî.
Ev serdan di çarçoveya şopandina rasterast a Serok El-Şeri` de bo rêçên geşepêdan û başbûnê di sektorên cuda de tê, bi armanca baştirkirina asta xizmetguzarîyên ku pêşkêşî welatîyan tên kirin.