Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ peywendîyeke telefonî ji hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron wergirt. Di peywendîyê de têkilîyên dualî yên navbera her du welatan û pêşhatên rewşa herêmî hatin gengeşekirin.
Her du alîyan rageşîya leşkerî li herêmê û bandorên wê li ser ewlehî û aramîyê nirxand. Her wiha tekezî li ser girîngîya xurtkirina hevkarî û hevahengîya ewlehî û leşkerî ya di navbera Sûrîye û Fransayê de kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike û di piştgirîkirina aramîyê de bibe alîkar.