Şam-SANA
Rêvebira Rêveberîya Karûbarên Koçber û Penaberan ya Wezareta Derve û Koçberan Nehla Usman, îro Şemîyê ligel şandeya nûnerên Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Penaberan (UNHCR) bi serokatîya Esîr El-Muda’în civîya.
Wezaretê li ser hesabên xwe yên fermî dîyar kir ku her du alîyan di civînê de projeyên komîserîyê, veguhastina zanînê di navbera hikûmeta Sûrîyê û rêxistinê de derbarê jinûveavakirina welat, pêdivîyên welatîyan û hevkarîya pêşerojê gotûbêj kirin.
Wezaretê da zanîn ku dê piştî vê civînê komxebatek were lidarxistin û hevkarîyeke hîn zêdetir di nav her du alîyan de were sazkirin.
