Terablus-Şam-SANA
Piştî girtina ku bêhtirî 14 salan berdewam kir, careke din balyozxaneya Sûrîyê li Terablusê çalakîyên xwe bi awayekî fermî berdewam dike. Ev gav bingehekê ji bo qonaxeke nû ya pêwendîyên navbera her du welatan datîne, û derfetên nû ji bo berfirehkirina hevkarîya aborî û veberhênanê, û çalakkirina Komîteya Bilind a Hevbeş dabîn dike.
Ev gav encama pêvajoyeke gav bi gav e ku ji rizgarkirina Sûrîyê di 8ê Kanûna Yekem a 2024an de dest pê kiribû; ji vegerandina pêwendîyên fermî heta guhdana karûbarên revenda Sûrîyê ku hejmara wan nêzî 200 hezar kesî ye, ber bi jinûveçalakkirina çarçove û peymanên hevbeş ve.
Pêwendîyên sîyasî bi pevguhertina nameyan û hevdîtinên fermî dest pê kiribûn, ku ya herî berbiçav hevdîtina Serok Ehmed El-Şeriʼ ligel Serokê Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdilhemîd El-Debîbe li kêleka Foruma Dîplomatîk a Antalyayê ya sala 2025an bû.
Li ser asta balyozxaneyî, di havîna 2025an de şandeke teknîkî ya Sûrî serdana Lîbyayê kir, wek rêxweşkirinê ji bo bilindkirina ala Sûrîyê li ser avahîya balyozxaneyê. Ev yek hevdem bû ligel pêşkêşkirina xizmetguzarîyên berfireh bo revenda Sûrîyê li Lîbyayê, ku bi hezaran belgeyên wan çareser kirin û ew ji xercên niştecîbûnê efû kirin.
Bi vekirina fermî ya balyozxaneyê, bi amadebûna berpirs û dîplomatên Lîbî, Wezareta Derve ya Sûrîyê ragihand ku şandeya wê ya dîplomatîk, dê xizmetguzarîyên tekûz pêşkêş bike û rojane dê zêdetirî hezar belgeyên Sûrîyan çareser bike.
Di sala 2026an de berfirehbûneke berbiçav di hevkarîya dezgehane û aborî de hebû, ku tê de gelek civîn di navbera berpirs û karsazên her du welatan de hatin lidarxistin, û şandeke aborî ya Lîbî beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Sûrîyê ya Tekstîlê “Nas Tex 2026” bû.
Ev liv û tevger bi îmzekirina peymanekê di navbera Wezîrê Derve yê Sûrîyê Esʼed Hesen El-Şeybanî û Karbidestê Wezareta Derve ya Lîbyayê El-Tahir El-Ba’ûr hat temamkirin, ji bo serrastkirin û çalakkirina karê Komîteya Bilind a Hevbeş bi rengekî ku li gor geşedanên sîyasî be.
Tevgera ku hat kirin, ne tenê di warê dîplomatîk de bû; lê belê El-Şeybanî ligel Wezîrê Petrol û Gazê û Serokê Sazîya Lîbyayê ya Veberhênanê civîya, da ku hevkarîya di warên enerjî, veberhênan û pevguhertina ezmûnan de gotûbêj bikin. Ku ev yek dê pêwendîyên Sûrî-Lîbî derbasî qonaxeke nû bike, yên li ser sazkirina rêkarên pratîkî ji bo birêvebirina berjewendîyên hevbeş ava dibin.