Şam-SANA
Şirketa Sûrî ya Elektrîkê “SEC” ligel Kompanya “Alharafi Construction” a Siûdî, îro Çarşemê li avahîya kompanyê ya li Şamê, sê peyman di warê hilberîna enerjîyê de îmze kirin.
Nûçegihanê SANAyê ragihand ku peyman cîbicîkirina projeyên stasyonên enerjîya rojê li devera Widyan El-Rebî’ê li gundewarê Şamê bi şîyaneke giştî ku digihîje 760 megawatî ligel sîstemên depokirina enerjîyê bi bataryayan bi qebareya 1077 megawatî, li xwe digirin.