Enqere-SANA
Şandeke Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, bi serokatîya Alîkarê Wezîrê Rewşên Awarte bo Karûbarên Karesatan Ehmed Eqzîz, beşdarî Konferansa Herêmî ya Koçberî û Vegerê bû, ku li bajarê Enqereyê li jêr dirûşma “Asoyên Vegera Ewle û Domdar bo Sûrîyê” tê lidarxistin.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku Eqzîz di dema konferansê de tekez kir ku vegera xwebexş, ewle, birûmet û domdar a Sûrîyan pêşgavîyeke niştimanî û mirovî ye, ji ber rola wê ya navendî di xurtkirina aramîyê de, piştgirîkirina hewldanên jinûveavakirin û geşepêdanê, û sûdwergirtina ji şîyanên Sûrîyan û ezmûnên wan di proseya avakirin û başbûnê de.
Alîkarê Wezîrê Rewşên Awarte bo Karûbarên Karesatan astengîyên herî berbiçav ên ku hîn jî vegerê asteng dikin nirxandin, ku di serî de zirarên berfireh ên ku ji ber salên şer gihîştine binesazî û sazîyên jînwerî, ku di nav de dibistan, nexweşxane û firin hene, ji bilî belavbûna mîn û bermahîyên şer ên neteqîyayî, û kêmbûna derfetên kar û jîyanê li gelek herêman.
Eqzîz li dawîyê jî li ser hewldanên ku Hikûmeta Sûrîyê ji bo nûjenkirina binesazî û xizmetên bingehîn, karên rakirina mîn û bermahîyên şer, û cîbicîkirina nêrîna “Sûrîye Bê Kamp” di çarçoveya Mersûma Serokatîyê ya hejmar (59) de, sekinî.
