Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel a Şamê, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Karûbarên Koçberan ê Urdinê Eymen El-Sefedî kir.
Di hevdîtinê de, pêwendîyên dualî yên di navbera her du welatan de û rêyên bihêzkirina wan, tevî berfirehkirina qadên hevkarî û hevahengîya dualî hatin nirxandin; her wiha li ser geşedanên herêmî û çend mijarên girîng ên hevbeş dîtin û nêrîn hatin pevguhertin.


