Şam-SANA
Rêveberîya Ragihandin û Pêwendîyan li Wezareta Derve û Koçberan ji SANAyê re ragihand ku Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan biryarek derxist ku tê de welatîyên Komara Erebî ya Sûrîyê yên xwedîyên pasaportên dîplomatîk ji vîzaya ketina Komara Tirkîyê efû dike. Ev yek jî di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên Sûrîyê û hevkarîya ligel Komara Tirkîyê ya dost tê.
Rêveberîyê dîyar kir ku efûkirin şandina xwedîyên pasaportên dîplomatîk bo Tirkîyê ji bo wergirtina erk an postên fermî, û rêwîtîya ji bo armancên geştyarî li xwe digire bi mercê ku maweya mayînê di her serdemeke 180 rojî de ji 90 rojî derbas nebe, ligel derbasbûna di rêya Tirkîyê re bi mebesta tranzîtê, anku jê derbasî devereke dîtir bibin.