Florîda-SANA
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro înê bidawîbûna erka veguhestina girtîyên rêxistina terorîst a “DAIŞ”ê ji bakurrojhilatê Sûrîyê bo Iraqê ragihand, piştî ku duh êvarê di vî warî de geşteke esmanî ya şevê pêk anî.
Fermandarîya Navendî di daxuyanîyekê de ku li ser hesabê xwe yê “X”ê belav kir, got: “Erka veguhestinê di 21ê Çileya borî de dest pê kir, 23 rojan berdewam kir û di encamê de hêzên Amerîkî bi ser ketin ku zêdetirî 5700 endamên mezin ên rêxistina DAIŞê veguhêzin.”
Fermandarîyê bal kişand ser wê yekê ku hêzên Amerîkî û hêzên hevpeymanîyê di çarçoveya Hêza Erkên Hevbeş – Operasyona Biryardarîya Polayî (CJTF OIR) de, plansazî, hevahengî û cîbicîkirina vê erkê girtine ser milê xwe.
Daxuyanîyê dîyar kir ku Hêza Erkên Hevbeş – Operasyona Biryardarîya Polayî di sala 2014an de ji alîyê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê ve hat damezrandin, û ji wê demê ve şêwir, alîkarî û şîyan daye hêzên hevkar di şerê li dijî DAIŞê de, ku di sala 2019an de li ser asta herêmî hate têkbirin.