Şam-SANA
Sûrîye bûyera gulebarana ku di dema ahenga nûçegihanên Koşka Spî de bi amadebûna Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump pêk hat, şermezar kir.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro Yekşemê tekez kir ku ew hemû şêweyên tundûtûjîyê red dike û piştgirîya xwe ya tam bi hikûmet û gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re li hember operasyonên terorîst nîşan dide.
Êvara duh Şemîyê, piştî bihîstina dengê guleyan ku bû sedema tevlîhevî û tirsê, Trump û hejmarek ji berpirsên payebilind ên rêveberîya wî ji ahenga salane ya nûçegihanên Koşka Spî li hotêla Hiltonê hatin derxistin ku di encamê de bi sedan mêvan neçar man xwe di bin maseyan de veşêrin.