Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Bi Amadebûna Serok El-Şeri’ û Xanima wî Gera 63an a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê Dest Pê Kir
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Serokatiya Komarê > Bi Amadebûna Serok El-Şeri’ û Xanima wî Gera 63an a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê Dest Pê Kir

Bi Amadebûna Serok El-Şeri’ û Xanima wî Gera 63an a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê Dest Pê Kir

Hat weşandin: 2026/08/26 11:31 PM
Hat nûkirin: 2026/08/26 11:31 PM

Şam-SANA

Bi amadebûna Serok Ehmed El-Şeri’ û Xanima wî Letîfe El-Dirûbî, çalakîyên gera 63an a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê li Koşka Kongreyan li Şamê dest pê kirin.

Serok Ehmed El-Şeri’ di merasîma vekirina gera 63an a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de got: “Kêlîyên dîrokî yên dîyarker çi qas mezin in, û çi qas rûmetdar e ku kurên niştiman, netewe û mirovahîyê ji bo nivîsandina rûpeleke nû ya dîrokê li hev kom bibin; da ku hêvîyê ji bin kavilan vejînin û piştî veqetîneke dûr, careke din bigihêjin hev”.

Serok El-Şeri’ gotina xwe wiha dewam kir: “Em dibînin ku roja Sûrîyê ji nû ve hiltê da ku bi aborîya xwe bibe çiraxaneke geş, bibe pireke di navbera bazaran de, korîdorek bo bazirganîyê û bibe navendek ku berjewendîyên Rojhilat û Rojava lê digihêjin hev; lewma ev bone wateyeke kûr û mezin werdigire”.

Serok El-Şeri’ piştrast jî kir ku: “Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê di gera xwe ya 63an de, bîrewerîya aborî ya Sûrîyê û pencereya wê ya vekirî ya ber bi cîhanê ve ye; her wiha ew xala hevdîtina dewlet, bazar, şirket û veberhêneran e”.

Serok El-Şeri’ her wiha destnîşan kir ku: “Ev beşdarîya dewlemend, bawerîya gel a bi xwe û bawerîya cîhanê ya bi Sûrîyê û gelê wê piştrast dike; da ku bi vî rengî, Sûrîye rola xwe ya herêmî û navneteweyî ku layiqî wê ye, careke dîtir bi dest bixe”.

Serok El-Şeri’ gotina xwe berdewam kir û got: “Piştî rakirina astengîyan û hilanîna cezayan, em hîn negihîştine dawîyê; lê belê em di destpêka rêyeke dirêj û domdar de ne, ku seranser rûmet, serbilindî, vejîn, avakirin, nûjenkirin, geşepêdan û şaristanî ye”.

Serok Ehmed El-Şeri’ axaftina xwe kuta kir: “Şam di dirêjahîya dîrokê de her dem bûye warek ku çîrokên mezin jê dest pê dikin; îro jî em li vir radiwestin da ku dest bi çîrokeke nû bikin: çîroka welatê ku vîna xwe vegerandiye û gelê ku azadîya xwe bi dest xistiye. Gelek çîrokan ji Şamê dest pê kir; îro jî em ji vir, dest bi nivîsandina çîroka Sûrîya nû dikin”.

Ji hêla xwe ve, Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar got: “Ez kêfxweşîya xwe tînim ziman ku îro bixêrhatina we di Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de dikim. Ev pêşangeh di bîrewerîya Sûrîyê de ne tenê helkefteke aborî yan bazirganî ye, lê belê parçeyek ji dîroka nûjen a Sûrîyê ye; ew yek ji wan pencereyan e ku Sûrîyê jê li cîhanê meyzand û cîhanê jî jê li Sûrîyê meyzand.”

Wezîr El-Şe’ar tekez kir ku: “Em dixwazin amadebûna Almanyayê di Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de veguhere hevkarîyeke rastîn di navbera her du welatan de, nemaze di biwarên pîşesazî, teknolojî, perwerdeya pîşeyî, veberhênan û veguhestina zanistê de. Em dixwazin bibin şahidê hevkarîyên di navbera kompanyên Almanî û Sûrî de da ku di bihêzkirina karînên ciwanên Sûrî û fêrbûna wan a ji behreyên nû re bibe alîkar.”

Navborî gotina xwe wiha qedand: “Pireke mirovî ya girîng di navbera Sûrîye û Almanyayê de heye; hejmareke zêde ya welatîyên Sûrîyê di salên borî de li Almanyayê jîyan, xwendin, kar kirin û ezmûnên girîng wergirtin. Em hêvî dikin ku ew beşdarî avakirina pireke mirovî, zanistî û aborî bibin ku hevkarîya navbera her du welatan xurt dike.”

Şahê Urdunê di Cejna Rizgarîyê de Pîrozbahîyê li Serok El-Şeri’ Dike
​Serok El-Şeri’ bi Mersûmekê Mezlûm Ebdî wekî Şêwirmendê Serokatîyê Dide Destnîşankirin
Serok El Şera fermanek derxîne Bi avakirina Encûmena Bilind a Perwerdehiyê
Serok El-Şara li gel CMACGM giftûgo dike ji bo destpêkirineke zû ya qonaxa duyemîn a rêkefinta ku bi benderan re hatiye îmzekirin
Serok El-Şeri` û Pûtîn Tekezîyê li ser Xurtbûna Têkilîyên Sûrîye-Rûsyayê Dikin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Koşka Kongreyan a ŞamêNîdal El-Şe’arPêşangeha Navneteweyî ya Şamê 2026Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê 63Serok Ehmed El-Şeri’Wezîrê Aborî yê Sûrîye
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Niştecîkirinê ligel Şandeyeke Aborî ya Amerîkî Derfetên Hevkarî û Veberanînê Gotûbêj Dike

September 15, 2026

Yekîtîya Odeyên Bazirganî yên Sûrîyê Desteya Çareserkirina Nakokîyan Ava Dike

September 15, 2026

Wezareta Derve ligel Komeleya Sûrî li Brîtanyayê Xurtkirina Pêwendîyan Gotûbêj Dike

September 15, 2026

​Nanpêjgeha Til Hemîsê ya li Gundewarê Hesekê piştî Nûjenkirinê Dikeve Xizmetê

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?