Şam-SANA
Sûrîye ji dema rizgarkirinê ve li ser jinûvedariştina pêgeha xwe di qadên herêmî û navdewletî de kar dike, bi rêya avakirina têkilîyên xwe yên derve li ser bingeha serwerîya niştimanî û hevsengîya berjewendîyan, dûrî qutbûn an jî girêdayîbûna bi tu alîyekî ve.
Têkilîya bi Rûsyayê re wekî yek ji mînakên herî berbiçav ên vê sîyasetê derdikeve pêş, ji ber ku dewleta Sûrîyê berê xwe daye jinûvebirêxistina wê bi rengekî ku biryara wê ya serwerî li ser axa wê xurt bike, û siruşta hevkarîya navbera her du welatan li gorî berjewendîyên hevbeş ji nû ve dîyar bike.
Di vê çarçoveyê de, piştî nêzîkî 18 mehên danûstandin û gotûbêjên li ser hev, Şam û Moskow di nehê vê Tebaxê de gihîştin memorandumeke hevtêgihîştinê ku hebûna Rûsî li peravên Sûrîyê ji nû ve bi rêk dixe.
Memorandum destnîşan dike ku Sûrîye rêveberîya sazîyên sivîl ji nû ve bi dest bixe, ku di serî de Balafirgeha Himeymîmê û lengergeha bazirganî ya çaremîn a Bendera Tertûsê ne.
Di heman demê de sazîyên leşkerî ji nû ve têne organîzekirin da ku ji baregehên leşkerî veguherin navendên hevbeş ên rahênan û perwerdeyê di çarçoveya rêkeftinên nû de ku berjewendîyên dualî yên navbera Şam û Moskowê diparêzin.
Her wiha sînorekî demkî ku ji sê mehan derbas nabe ji bo temamkirina proseya veguhertinê datîne, da ku piştî wê rêkarên nû bikevin warê cîbicîkirinê.