Kuweyt-SANA
Kuweytê bi tundî berdewamîya êrîş û derbasbûna hêzên Îsraîla dagirker bo nav xaka Sûrîyê, bi taybetî li parêzgehên Quneytira û Derayê, şermezar kir.
Wezareta Derve ya Kuweytê tekez kir ku ev kiryar sivkatî bi peymanên navdewletî ne, û di serî de Peymana Veqetandina Hêzan ya sala 1974an, û careke din piştgirîya xwe ya ji bo serwerîya Sûrîyê û yekparçeyîya xaka wê piştrast kir.