Enqere-SANA
Serokê Fermangeha Pêwendîyê ya Serokatîya Tirkîyê Burhanedîn Dewran, îro Pêncşemê piştrast kir ku derewên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên li dijî Tirkîye û Sûrîyê îzolasyona wî ya navneteweyî û zêdebûna tirsên wî yên sîyasî nîşan didin.
Dewran destnîşan kir ku Enqere dê sîyaseta xwe ya derve ya li ser bingeha piştgirîya aştî û aramîya herêmê berdewam bike.
Burhanedîn Dewran ji ajansa nûçeyan a Tirkîyê (Anadolu) re got: Tirkîye dê li kêleka wan welatên ku nêzîkatîyeke aştîyane li herêmê dimeşînin bimîne, xasma Sûrîye û dê li dijî wan çalakîyên ku aramîya herêmî dixin metirsîyê raweste.
Li dawîyê, Serokê Fermangeha Pêwendîyê ya Serokatîya Tirkîyê Burhanedîn Dewran got ku dîrokê şîyana Tirkîyê ya parastina berjewendîyên gelê xwe û dabînkirina ewlehîya xwe peyitandiye û ezmûna Tirkîyê ya pêwîst heye ku nekeve dava hewldanên alozîyê yên hin alîyan.