Enqere-SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fidan tekez kir ku Sûrîyê gef li ser tu alîyan çênekiriye, û bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Sûrîyê xebatên xwe ji bo pêkanîna hêvîyên gelê xwe berdewam dike, di çarçoveya hewldanên wê de ji bo parastina aramîyê û dûrketina ji şer û pevçûnan di qonaxa borî de.
Fidan di konferanseke rojnamevanîyê de ku di dawîya Foruma Dîplomatîk a Antalyayê de pêk hat, got ku welatê wî piştgirîkirina rêça aramî û geşepêdanê li Sûrîyê girîng dibîne, bi rengekî ku beşdarî xurtkirina ewlehîya herêmê bibe û şert û mercên kêrhatî ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûrîyê peyda bike.
Her wiha Fidan dîyar kir ku projeyên girêdana herêmî, nemaze veguhastina enerjî û kelûpelan di axa Sûrîyê re ber bi bazarên cîhanê ve, girîngîyeke mezin digirin, û destnîşan kir ku lihevkirin di navbera alîyên têkildar de hene ji bo pêşxistina binesazîyê.
Navborî li dawîyê jî da zanîn ku ev proje di astên serokatîyê de hatine gengeşekirin û girîngîyê didin xurtkirina girêdana aborî, ewlehîya enerjîyê û pêşxistina veguhastinê. Fidan tekez kir ku welatên herêmê li şûna şer û pevçûnan, li dû geşepêdan û aramîyê ne.