Beyrût-SANA
Wezîrê Karên Derve û Koçberan Esʼed Hesen El-Şeybanî, îro Pêncşemê, li Koşka Be’bedayê ya li Beyrûtê, ligel Serokê Libnanê Josef Ewin, civîya.
Di hevdîtinê de, rêyên bihêzkirina têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de li ser bingeha rêzgirtina her du alîyan ji hev re, cîrantîya baş û xurtkirina mekanîzmayên hevkarîya aborî, her wiha geşedanên dawî yên herêmî û navdewletî yên têkildarî her du walatan, hatin gotûbêjkirin.




