Ebû Zebî-Enqere-SANA
Îmaratê duh Sêşemê êrîşên Îsraîlê yên li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû El-Zuhûrê li Parêzgeha Idlibê bi tundî şermezar kirin.
Her wiha dûpat kir ku ew binpêkirina serwerîya Sûrîyê û gefên li ser ewlehî û aramîya wê bi temamî red dike.
Wezareta Derve ya Îmaratê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma “X”ê hat weşandin, nîşan da ku êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser xaka Sûrîyê binpêkirineke eşkere ya yasayên navneteweyî ne.
Her wiha destnîşan kir ku ev êrîş li dijî Peymana Veqetandina Hêzan e ku sala 1974an di navbera Sûrîye û Îsraîlê de hatiye îmzekirin û divê Îsraîl rêzê li vê peymanê bigire.
Wezaretê teqez kir ku helwesta Dewleta Îmaratê ya ji bo piştgirîkirina aramîya Sûrîyê û serwerîya wê ya li ser tevahîya axa wê guhêrbar nîne. Her wiha destnîşan kir ku ew li rex gelê Sûrîyê ne û piştgirîyê didin hemû hewldanên ku armanca wan pêkanîna daxwazên gel e ji bo ewlehî, aştî, jîyana birûmet, hevjîyana aştîyane û pêşketinê.