Şam-SANA
Wezareta Derve û Koçberan pêşwazîya proseya radestkirina berdewam û dawî ya binkeyên serbazî yên ku di destê hêzên Amerîkî de bûn li Sûrîyê bo hikûmeta Sûrîyê kir.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Pêncşemê got: Vegerandina serwerîya dewleta Sûrîyê li ser wan deverên ku li derveyî kontrola wê bûn, di nav de Bakurê Rojhilat û deverên sînorî, wek berhema hewlên berdewam ên hikûmeta Sûrîyê ji bo yekkirina welat di çarçoveya dewleteke yekgirtî de tê.
Wezaretê zelal kir ku temambûna radestkirina binkeyên Amerîkî encameke siruştî ye ji bo serkeftina proseya tevlîkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk HSD di nav strukturên niştimanî de, û girtina berpirsîyarîyên dewleta Sûrîyê bi temamî di têkoşîna li dijî terorê û rûbirûbûna gefên herêmî de li ser xaka xwe.
Wezaretê bal kişand ser ku hikûmeta Sûrîyê biryara Dewletên Yekbûyî ji bo bidawîkirina erkê xwe yê serbazî li Sûrîyê wek nirxandineke hevbeş dibîne; bi wateya ku mercên bûn sedemê hebûna serbazî ya Amerîkayê li Sûrîyê ku ew jî rûbirûbûna geşepêdana herêmî ya rêxistina DAIŞê bû bi awayekî bingehîn guherîne. Dewleta Sûrîyê îro ketiye rewşekê ku dikare serkêşîya hewlên têkoşîna li dijî terorê ji hundir ve, bi hevkarîya civaka navneteweyî bike.