Enqere-SANA
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê, pêşwazîya agirbestê kir ku piştî peymana nû ya di navbera dewleta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de pêk hat.
Ajansa Anadolu li ser zarê Erdogan di dema civîna koma parlamenî ya Partîya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de ragihand: “Em ji ber peymana agirbestê ku duh hatibû bidestxistin pir memnûn in, û em hêvî dikin ku ev pirsgirêk bêyî rijandina xwîneke zêdetir bi awayekî mayînde were çareserkirin.”
Serokkomarê Tirkîyê piştrast kir ku bi pêkanîna tevlîbûna tam a HSDê di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de, dê qonaxeke nû dest pê bike. Erdogan bal kişand ser wê yekê ku “aramîya Sûrîyê dê herî zêde Kurdên li wir rehet bike.”
Erdogan careke din helwesta welatê xwe ya piştgirîya yekparçebûna axa Sûrîyê û aramîya wê anî ziman û got: “Tirkîye bi hêz li kêleka Sûrîyê radiweste da ku yekîtîya wê ya niştimanî û ewlehîya wê were parastin.”