Eman-SANA
Urdunê, îro Çarşemê, pêşwazî li ragihandina tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk bo nav sazîyên dewleta Sûrîyê kir, û dît ku ev yek gaveke girîng ber bi xurtkirina yekîtî, ewlehî û aramîya Komara Erebî ya Sûrîyê ve ye.
Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve ya Urdunê, Balyoz Fuad El-Mecalî, di daxuyanîyekê de bi rêya hesabê wezaretê li ser platforma “X”ê, tekezî li ser helwesta neguhêr a Keyanîyê ji bo piştgirîya Sûrîyê kir, bi armanca jinûveavakirina li ser bingeha ku yekîtî, serwerî, ewlehî, û saxlemîya xak û welatîyên wê misoger dike û hemû mafên Sûrîyan diparêze.