Waşington-SANA
Nûnerê Serokatîyê yê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîye û Iraqê Thomas Barack, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hevahengîya ligel pênc welatên herêmê -ku Sûrîye jî di nav wan de ye- li ser bernameyekê ji bo derbasûna ber bi rêyên alternatîfên Tengava Hurmuzê, ku li ser binemaya “radestkirina xweparêz”ê ava dibe, kar dikin.
Barack duh Înê di gotarekê di dema Lûtkeya Karsazî ya Amerîkî-Iraqî de ku li baregeha Odeya Bazirganî ya Amerîkî li Waşingtonê hat lidarxistin û Ajansa Nûçeyan a Iraqê “INA” rûmal kir, dîyar kir ku sektora pîşesazî û karsazîyê “amraza herî bi bandor e ji bo pêkanîna aramî û geşepêdanê”.
Barack di berdewamîya axaftina de xwe de bal kişand ser wê yekê ku herêmê di dema borî de guhertinên mezin dîtine ku hevpeymanîyên ewlehî û stratejîk ji nû ve ava kirine.
Barack lê zêde kir û got ku baldana herêmî û navneteweyî ji dosyaya navokî ber bi Tengava Hurmuzê ve çûye, û zelal kir ku ev bernameya ku bi hevahengîya ligel Sûrîye, Urdun, Tirkîye, Libnan û Misrê li ser tê xebitandin, dê di nava du salan de girîngîya tengavê bike duyemîn, ew jî bi rêya derbasbûna ji şêwaza veguhastina deryayî ya di rêyên teng re ber bi rêyên alternatîf ve ku prensîba “radestkirina xweparêz”ê bingeh digirin.
Her weha got ku ev gav di çarçoveya meyleke berfireh de tê ji bo dîtina alternatîfên rêyên dabînkirin û bazirganîyê, bi awayekî ku nermbûna zincîreyên veguhastin û enerjîyê li herêmê xurt bike.
Li alîyê din jî destnîşan kir ku proje geşepêdana “Korîdora Navîn” a ku ji Tirkîyê bi rêya Azerbaycan û Turkmenistanê re digihêje Asyaya Navîn jî li xwe digire, ku ev yek rê dide veguhastina tibabên mezin ên gazê bo Ewropayê bi rêya kanalên bazirganîyê.
Wekî din jî, bal kişand ser wê yekê ku ev proje di çarçoveya avakirina sîstemeke aborî ya nû de li herêmê tên ku li ser xurtkirina hevkarîya bazirganî û berfirehkirina derfetên veberhênanê dûrî qeyran û alozîyan ava dibe.
Barack tekez jî kir ku qonaxa niha armanc dike ku şêwazeke cuda “dûrî dûrxistin û destwerdanên leşkerî”, ava bike, û zelal kir ku tecrûbeyên dawî girîngîya hebûna serkirdayetîyên ku dikarin guhertinan bi bandor bi rê ve bibin nîşan dane.
Li dawîyê jî, Barack bal kişand ser wê yekê ku herêm bersivê dide wan serkirdayetîyên ku xwedî hêz, zelalî û şefafîyetê ne, û ev faktor wekî stûnên bingehîn ji bo pêkanîna aramî û geşepêdanê hesibandin.
Ev daxuyanîyên Barack di demekê de tên ku liv û tevgerên navneteweyî ji bo ji nû ve xêzkirina rêyên bazirganî û enerjîyê li herêmê zêde dibin, di bin sîya girîngîya rêyên deryayî yên zindî di aborîya cîhanî de, ku tê de mijara cihêrengkirina rêyên veguhastin û dabînkirinê wekî yek ji dosyayên sereke di hesabên stratejîk ên girêdayî paşeroja herêmê de derdikeve pêş.