Qahîre-SANA
Wezîrên Derve yên Ereb di civîna gera asayî ya 166an a Encumena Komkara Erebî de li ser asta wezîran, pêşhatên rewşa herêmê gotûbêj kirin; xasma rageşîya bi Îranê re û êrîşên ku hinek welatên Erebî kirin armanc.
Îro Duşemê, di civîna ku li baregeha Sekreterîya Giştî ya Komkara Erebî li Qahîreyê hat lidarxistin, bi beşdarbûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, berdewamîya êrîşkarîya Îsraîlê li ser axa Filistînê ya dagirkirî, Libnan û Sûrîyê, ligel kêşeyên girêdayî ewlehîya niştimanî ya Erebî hatin gengeşekirin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Nebîl Fehmî di gotarekê di dema civînê de tekez kir ku cîhan û Rojhilata Navîn di qonaxeke hestyar re derbas dibin, ku tê de binpêkirinên yasaya navdewletî dubare dibin û qada nakokîyan berfireh dibe.
Fehmî banga hişyarî û hevgirtineke Erebî kir ji bo rûbirûbûna metirsîyên zêde, xurtkirina şîyanên niştimanî û herêmî û entegrasyona Erebî.
Her wiha navborî destnîşan kir ku biryara serwerî ya Erebî ne bi vederbûnê û ne jî bi piştgirêdana zêde bi alîyên din ve pêk tê.