Gundewarê Şamê-SANA
Duh Sêşemê, Bajarê El-Telê yê li gundewarê Şamê, bû şahidê daweteke komî ji bo 40 ciwanî (keç û xort), di çarçoveya destpêşxerîyekê de ku armanca wê alîkarîkirina ciwanan e ji bo ku malbatekê ava bikin û barê wan yê madî yê zewacê bê sivikkirin, nexasim ku mesrefa xanîyan û amadekirina malan bilind bûye.
Serokê Encumena Rêveberîyê ya Komeleya În’aş El-Feqîr, Dr. Kemal Ernûs, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku ev destpêşxerî piştî ku beşdaran dewreyên amadekirinê derbas kirin pêk hat, ku li pey wê piştgirîya pêwîst heta lidarxistina dawetê jî hat pêşkêşkirin.
Wî da zanîn jî ku komeleyê duh sifreyke firavînê hazir kir ku nêzîkî 10 hezar kes ji şênî û mêvanên bajarê El-Telê beşdarî wê bûn.
Ernûs hêvîya xwe anî ziman ku ev destpêşxerî beşdarîyê di sivikkirina barê li ser welatîyan û handana ciwanan ji bo zewacê bike.
Ji alîyê xwe ve, zava Îsa Sincab piştrast kir ku ev destpêşxerî beşdarî alîkarîkirina ciwanan di zewacê de dibe, nexasim ji bo yên xwedî dahata bisînor, digel şert û mercên aborî yên dijwar yên ku dibin asteng li pêşîya şîyana wan a ji bo avakirina malbatekê.
Daweta komî, kevneşopîyeke civakî ya ku berê bajarokên parêzgehê şahidîya wê dikir, vedijîne, di pêngavekê de ku girîngîya hevgirtina civakî û rola destpêşxerîyên xwecihî di piştgirîya ciwanan û handana wan a bo zewacê de dupat dike.





