Doha-SANA
Şandeyeke Wezareta Tenduristîyê beşdarî komxebateke pisporane bi navê “Jinûveavakirina sîstema tenduristîyê li Sûrîyê” bû. Ev komxebat li paytexta Qeterê Doha bi organîzekirina Komeleya Bijîşkî ya Sûrî-Amerîkî (SAMS) û bi mazûvanîya Navenda Lêkolînên Nakokîyan û Karê Mirovî hat lidarxistin.
Wezareta Tenduristîyê, îro Sêşemê di kanala xwe ya li ser Telegramê de dîyar kir ku beşdaran di komxebatê de pêşekîyên jinûveavakirina sîstema tenduristîyê li Sûrîyê û rêyên derbaskirina bersivdana mirovî ber bi başbûn û geşepêdana domdar ve gotûbêj kirin. Di komxebatê de, wezaret ji alîyê Rêveberê Hevkarîya Navdewletî Zuhêr El-Qerat û Rêveberê Rêveberîya Pîşeyên Tenduristîyê Durêd Rehmûn ve hat temsîlkirin.
Pêşxistina Kadroyên Tenduristîyê û Perwerdeya Bijîşkî
Her wiha beşdaran gelek mijarên têkildar gotûbêj kirin, her wekî rêyên xurtkirina birêvebirin û hemahengîyê, pêşxistina kadroyên tenduristîyê û perwerdeya bijîşkî, sûdwergirtina ji şîyan û tecrubeyên Sûrîyê yên li welatên xerîbîyê, pêşxistina hevbeşîyan di navbera sazîyên tenduristîyê, rêxistin û şîyanên Sûrîyê de, veguherandina insîyatîf û tecrubeyan bo bernameyên sazîyane yên domdar ku piştgirîya karta tenduristîyê dikin û asta şîyana wê ya ji bo bersivdana pêdivîyên tenduristîyê bilind dikin.
Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Komara Erebî ya Sûrîyê li dewleta Qeterê Dr. Bilal Turkîye, nûnerên Rabîteya Bijîşkî ya Sûrîyê li Qeterê, û hejmarek sazî, pispor û kesên ku bi karûbarên tenduristî û mirovî re eleqedar dibin, beşdarî komxebatê bûn.

