Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, îro peywendîyeke telefonî bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re encam da.
Di peywendîyê de, her du serokan tekezî li ser girîngîya parastina yekparçeyî û serxwebûna axa Sûrîyê kir, her wiha piştgirîkirina hemû hewldanên ji bo pêkanîna aramîyê tekez kirin.
Her du alîyan destnîşan kir ku pêwîst e mafên gelê Kurd werin dabînkirin û parastina wan di çarçoveya dewleta Sûrîyê de pêk were.
Bi heman awayî, her du alîyan li ser berdewamkirina hevkarîyê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê û bidawîkirina gefên wê de li hev kir.
Her du serokan daxwazeke hevbeş ji bo dîtina Sûrîyeke bihêz û yekbûyî anîn ziman, ku bikaribe rûbirûyî kêşeyên herêmî û navdewletî bibe.
Di peywendîyê de çendîn dosyayên herêmî hatin gotûbêjkirin, tevî tekezkirina li ser girîngîya dayîna derfeteke nû ji bo Sûrîyê da ku ber bi siberojeke baştir ve gavan biavêje.