Bruksel-SANA
Peywendîyên di navbera Sûrîye û Yekîtîya Ewropayê de şahidîya qonaxeke nû ya hevkarîya stratejîk dikin, bi lidarxistina Foruma Hevahengîya Şirîkatîyê û Dîyaloga Sîyasî ya astbilind îro Duşemê li Brukselê.
Ev yek hevdem bû ligel ragihandina Encumena Yekîtîya Ewropayê ya ji bo vegerandina tam a cîbicîkirina peymana hevkarîyê ya ku di sala 1977an de ligel Sûrîyê hatibû îmzekirin, û dawîanîna li rawestandina beşî ya ku ji sala 2011an ve li ser hatibû sepandin. Bi vî rengî, peywendî ketin pêşberî derfetekê da ku li ser bingehên qanûnî û sazûmanî yên zelal werin avakirin.
Sûrîye Yekîtîya Ewropayê di vê qonaxê de wekî hevkareke sereke dibîne, û hewl dide hevkarîya ligel wê di warên binesazî, enerjî, tenduristî û perwerdeyê de xurt bike, ligel berfirehkirina hevkarîya Deryaya Spî.
Her wiha Sûrîye di wê bawerîyê de ye ku ev hevkarî beşdarî amadekirina mercên vegera penaberan ji Ewropayê dibe, bi rêya jinûveavakirina sazîyan û xizmetguzarîyên bingehîn, bi awayekî ku vegera ewle, birûmet û xwebexşî misoger bike.