Qahîre – SANA
Serokê Parlamentoya Erebî, Mihemed bin Ehmed El-Yemahî, pîrozbahî li Ebdulhemîd El-’Ewwag ji ber hilbijartina wî wekî Serokê Encumena Gel a Sûrîyê kir, û jê re serkeftin di xurtkirina rola sazîya yasayî û piştgirîya pêvajouya geşepêdan û aramîyê de xwest.
El-Yemahî îro Duşembê di daxuyanîyekê de tekez kir ku: “Destpêkirina xebata Encumena nû ji bo temamkirina avakirina sazîyên dewletê û pêkanîna daxwazên gelê Sûrîyê gaveke girîng e”, û hêvîya xwe derbarê zêdekirina hevkarî û hevahengîyê di navbera Parlamentoya Erebî û Encumen Gel de anî ziman, ku wê ev yek di xizmeta berjewendîyên Erebî yên hevbeş, û pevguhertina ezmûn û jêhatîyên yasayî de be.