Şam-SANA
Îro Çarşemê, Serokê Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Omer El-Huserî ragihand ku yekem geşta Kompanya LEAV Aviationê ji bajarê Dusseldorf ê Almanyayê ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ve bi rê ket.
Ev wekî nîşana destpêkirina geştên rêkxistî yên Kompanya LEAV Aviationê ber bi Sûrîyê ve tê hesibandin.
Omer El-Huserî got: “Em bi coş li benda pêşwazîkirina vê geştê li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ne. Ev pêngaveke nû ye ku girêdana esmanî di navbera Sûrîye û Almanyayê de xurtir dike.”
Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî da zanîn ku Kompanya LEAV Aviationê dê ji 29ê Tîrmehê ve dest bi geştên rêkxistî û rasterast di navbera bajarê Dusseldorf û Şama paytext de bike û di 1ê Tebaxê de jî dê geştên rasterast di navbera bajarê Kolnê yê Almanyayê û Helebê de dest pê bikin.